‘Bi zorê îfade bi me dan îmzekirin' 2017-10-18 12:09:52 MÛGLA – Ji kesên li Mûglayê wêneyên wan tazî hatin parvekirin û girtin Mehmet Can Yigîner û Veysî Şengîl axivîn. Her du girtiyan got ku eleqeya wan bi bi 5 kesên “Personelên keştiyê” re tune ye û muhtemela kesên jiyana xwe ji dest dane hatibin înfazkirin.  Parêzer Gunfer Karadenîz bi muwekîlên xwe yên di 4’ê cotmehê de li Mûglayê hatin binçavkirin, pişt re wêneyên wan tazî hatin parvekirin û girtin hevdîtin pêk anî. Prz. Karadenîz bi Ekrem Altay, Veysî Şengîl, Mehmet Can Yigîner û Welat Asan re hevdîtin kir. Karadenîz hevdîtina li gel Şengîl û Yigîner vegot. Hatibû îdîakirin ku kesên li Mûgla hatine binçavkirin “Têkiliya wan bi personelên keştiya ji Lazkiyê PKK’iyan aniye heye” û bi vî awayî nûçe hatibûn serweîskirin. Lê heta niha der barê vê mijarê de daxuyaniyek zelal nehatiye kirin.    'XWE BI XWE ÎFADE AMADE KIRIBÛN’    Karadenîz diyar kir ku 3 kesên bi îdîaya “Alîkarî dane PKK’ê” re hevdîtin nekiriye û got: “Hatibû îdîakirin ku Mehmet Can Yigîner 9 rûpel îfade daye. Mehmet got ku kaxizên îfadeyan bi wî, bira û pismamê wî bi zorê dane îmzekirin.” Karedenîz got ku di hevdîtinê de Yigîner jê re wiha gotiye: “Jixwe wan xwe bi xwe îfadeyan amade kiribûn. Jixwe emniyete em ji ku hatine û em bi çi armancê hatine nivîsandibû. Ji me jî tenê xwestin em îmze bikin.”    ŞENGÎL Û YIGÎNER: BI PERSONELÊN GEMIYÊ RE ELEQEYA ME TUNE YE    Karadenîz destnîşan kir ku gef li Veysî Şengîl jî hatine xwarin û Şengîl sûcê avêtine ser qebûl nekiriye û dê hemû tiştên bi serê wî ve hatine dê li dadgehê bi hûrgulî behs bike. Karadenîz da zanîn ku Şengîl û Yigîner di bin êrîşên derûnî de ne û got: “Veysî û Mehmet ji min re gotin ‘6 kesên tê îdîakirin di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane ne raste. Em difikirin ku bi îşkenceyê hatine înfazkirin. Dibe ku bi kîmyasalê jî kuştibin.’ Ji min re ev tişt gotin. Her wiha Veysî û Mehmet gotin ku têkiliya wan bi 5 kesên ‘personelên keştiyê’ re jî tune ye û wan nas nakin.”