Li Wanê di operasyona medyaya civakî de 11 kes hatin binçavkirin 2018-07-10 14:16:49 WAN - Li Wanê di operasyona medyaya civakî de bi îdîaya "propaganda dêxistinê kirine" 11 kes hatin binçavkirin.  Li Wanê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de bi îdîaya li ser medyaya civakî "propaganda rêxistinê kirine" 11 kes hatin binçavkirin. Polîsan 11 kesên li taxa  Esenler ya Rêya Armûşê û taxa Beyuzumu ya Tuşbayê binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.