Huda Kaya: Ji bo Qralê Erebîstanê şîn îlan kirin, lê ji bo welatiyên xwe îlan nekirin 2018-07-10 13:54:15   TEKÎRDAG - Ji şandeya HDP’ê ya ji bo karesata trênê di cihê wê de lêkolîn bike çû Çorluyê, Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku kesên ji bo Qralê Erebîstanê şîn îlan kirin, ji bo 24 welatiyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan şîn îlan nekir.         Trêna rêwiyan a Kapikule-Halkali ya ji Uzunkopru ya Edîrnê dest bi rêwîtiyê kir û li taxa Sarilar a di navbera navçeyên Çorlu û Muratli yên Tekîrdagê 5 vagonên wê ji rê derketin de, 24 kesan jiyana xwe  ji dest dan û 318 kes jî birîndar bûn. Şandeyek ji Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan, Sezaî Temellî, parlameter Huda Kaya, Erkan Baş, Bariş Atay, Hasan Ozguneş, rêveber û endamên HDP’ê pêk tên, ji bo karesata trênê di cihê wê de lêkolîn bikin dun çûn Çorluyê. Ji şandeya HDP’ê parlamenter Huda Kaya, debarê serdan û lêpirsînên kirin de agahî da.    ‘QEZA NE  SUPRÎZE’   Kaya, diyar kir ku kareseat hat jiyîn dide diyar  kirin ku li Tirkiyeyê nirx ji bo jiyana mirovan nayê dayîn. Girîngî ji bo jiyana mirovan nayê dayîn û ji bo berjewendiyên cîhanê yên 2 rojan, bi sandan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev qeza ne suprîz bû. Rêyên hêsin ên li Tirkiyeyê êdî dema xwe derba kirine. Divê bên guhertin, lê nayên guhertin. Dem bi dem makînîst jî ji ber pirsgirêkên heyî jiyana xwe ji dest didin. Divê pêşiya vê yekê bê girtin. Mîna tevahiya Tirkiyeyê, li Çorluyê jî mirovên kedkar, xizan û feqîr hene. Di dema serdanê de me bihîs ku makînîst hatin binçavkirin. Li şûna  berpirsên resen makînîst kirin binçav. Ev ne karê wijda û exlaqê ye. Bi axê binê rêya trênê tije kirin, zemîna karesatê amadekirine. Mirov qûrbanî qewarê bi axê tije kirin, kirin.”     ‘MIROV BI BERTEKIN’   Kaya, di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran bi bertekin. Hemû dibêjin ev ne qezabû, xemseriyê hişt qeza rû bide. Gava me li nexweşxanê hevdîtin dikir, hin provokatoran li ber deriyê nexweşxanê li dijî me çalakî pêk anîn. Lê xizmên birîndaran bertekek tundi nîşanî wan kesan dan. Divê em hemû bi hev re li dijî van pirsgirêkan têbikoşin.”   ‘HIN KES DERDÊ PÎROZKIRINA SELTENATA XWE DE NE’    Kaya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di saetên cenazeyên mirovên me yên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan hîna li erdê bûn, Tayyîp Erdogan bi pîrozbahiyan serokatiya xwe pîroz û îlan dikir. Mixabin êdî ev rewş bûye rastiya welatê me. Li aliyekê gelê me bi cezaneyên heskiriyên xwe re eleqedar dibin û li aliyê din hin kes di derde pîrozkirina seltenata xwe dene. Kesên ji bo Qralê Erebîstanê şîn îlan kirin, ji bo bi dehan welatiyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan şîn îlan nekirin. Ger şîn îlan bikiran, wê demê nedikarîn pîrozbahiyên xwe pêk bînin. Ev jî dide nîşandan ku gelê me bi rêveberiyek çawan re rû bi rû ye.”   MA / Bîlal Seçkîn