Çima gotin ‘Dadgerê Somayê li nexweşxaneyê ye?’ 2018-07-10 13:53:04   MANÎSA – Danişîna biryarê yê doza 301 karkerên di karesata madene de jiyana xwe ji dest dan bi boneya endamek heyeta dadgehê Tugşad Bugra Kiyak ji ber nexweş bû û tev li danişînê nebû taloq kirin. Rojnameger Vedat Ozel nivîsan ku ew ji bo dadger bibîne çûye nexweşxaneyê lê dadger ne li nexweşxaneyê bûye.    Duh li bendê bû ku biryara danişîna doza 301 karên di karesata madenê de ya li Somaya Manîsayê bê dayîn. Lê bi boneya endamê heyeta dadgehê Tugşad Bugra Kiyak nexweş bû doz hatibû taloqkirin. Rojnamegerê herêmî Vedat Ozel yê ji Akhîsarê derbarê dozê de nivîsand. Ozel ji bo ku ka Kiyak li nexweşxaneyê ye an na çû nexweşxaneyê. Ozel endamê heyeta dadgehê Kiyak li nexweşxaneyê nedît. Ozel rewşê nivîsand û got ku 3 sal e ew doza Somayê dişopîne û ji bo edalet pêk nayê ew jî wek civakê xwe aciz hîs dike.    ‘DADGER NE LI NEXWEŞXANEYÊ BÛ’    Ozel diyar kir ku ew ji ber nexweşîna Kiyak ketiya nav gumanan û got: “Jixwe li Akhîsarê du nexweşxane hene. Ez çûm her duyan jî. Ez fikirim ku li ortopediye ye. Çunkî ew ji pişta xwe nexweş e. Ez çûm wir gotin ne li vir e. Her dawî gotin ku li beşa cerahê mêjî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mustafa Kîrazoglu qata 2’yemîn di odeya jimara 216’an de raketine. Ez çûm min mêze kir, kes li wir nîne. Gotin ‘dibe ku çûbe betlanê.’ Ji min re gotin sibê were. Min jî qeyda wî ya li nexweşxaneyê hilda û di medya civakî de parve kir.”    ÇALAKIYA MALBATAN DEWAM DIKE   Li ser vê biryara taloqê malbatên Somayê li ber Dadgeha Akhîsarê çalakiya nobedê dan destpêkirin. Nobeta malbatan di roja duyemîn de dewam dike. Malbat û parêzeran li ber dadgehê daxuyaniya çapemeniyê dan. Malbat û parêzeran gotin ku heta ew edaletê pêk bînin dê dê têkoşîna wan bidome. Malbat û parêzeran li dijî biryara taloqê ya ji ber dadger tev li danişînê nebû bertek nîşan dan û xwestin ku her kes piştevaniyê bide doza Somayê.