Têlikdarî hezana Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin 2017-10-18 12:05:00 ŞIRNEX - Li Şirnexê, têkildarî 7 kesên dibin hezana kana komirê de man,  xwediyê fîrmayê û 2 xebatkar hatin binçavkirin.  Li Şirnexê di 17’ê Cotmehê de 7 kes dibin hezana kana komirê de man û jiyana xwe dest dan û kesek jî birîndar bû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê têkildarî bûyerê lêpirsîn da dest pêkirin û di çarçoveyê lêpirsînê de xwediyê fîrmayê û 2 xebatkar hatin binçavkirin.