Hevalên Hrant: Tu carî berpirsên resen dernexistin pêşberî darazê 2018-07-10 12:07:06   STENBOL - Hevalên Hrant ên berî danişîna doza kesên Hrant Dînk kuştin bê dîtin li ber edliyê kom bûn û gotin: “Di dozê de tu carî berpirsên resen dernexsitin pêşberî darazê.”   Hevalên Hrand, berî 75’emîn danişîna doza kesên Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Stenbolê bê dîtin, li be Edliya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Hrant edalet” hat vekirin û li ser navê hevalên Hrand Bulnet Aydin daxuyanî da.    ‘JI TARÎTÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN, PÊNGAVEK TENÊ JÎ NEHATIYE AVÊTIN’   Aydin, diyar kir ku pavajoya 11 salan a darizandina kesên Dînk kuştin berdewam dike û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê dozên siyasî bi polîtîkayên ne cezakirinê re rû bi rû ne. Di doza Dînk de jî, tu carî berpirsên resen dernexistin pêşberî darazê. Di çarçoveya dozê de 24 kes hatin berdan. Ji bo tarîtiya heyî ji holê bê rakirin, pêngavek bi tenê jî nehatiye avêtin. Ji ber ku raya giştî doza Dînk dişopîne, berdewam dike. Nexwe ji zûde bi dawî kiribûn.”