Heyeta Îmraliyê ji bo hevdîtina Ocalan serî li wezaretê da 2017-10-18 12:04:25 ENQERE - Bertekên li dijî şert û mercên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de ye zêde dibin, li ser van bertekan endamên Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, serî li wezaretê dan. Heyet dê sibê li Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Ji Îlona 2016'an vir ve agahî ji Rêberê PKK'ê nayê girtin û di demên dawî de der barê tenduristiya Ocalan de hin îdia avêtin holê û tê xwestin ku di raya giştî de rê li pêş înfalekî vekin, Heyeta Îmraliyê ji bo balê bikişîne ser vê mijarê hatin gel hev. Seroka Meclisê Pervîn Buldan ku di heman demê de di heyetê de jî cih digire, Wekîlê HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Ceylan Bagriyanik, piştî îdiayên der barê tenduristiya Ocalan de ketin rojevê, ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê dan. Der barê serlêdanê de hêj tu daxuyanî nehatiye dayîn.   Her wiha dê heyet sibê der barê vê mijarê de li Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê.   HERÎ DAWÎ 5'Ê NÎSANA 2015’AN DE HEVDÎTIN PÊK HATIBÛ   Ji Tîrmeha 2011'an vir ve parêzer nikarin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de çibûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê vir ve heyet nikarin biçin Îmraliyê. Lê piştî hewldana derbeyê ji bo tenduristiya Ocalan li Amedê gelek kesan greva birçîbûnê da destpêkirin. Li ser greva birçîbûnê di 11'ê Îlona 2016'an de birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Ji wê rojê vir ve tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin.