Xebatkarên Welat a bi KHK'ê hat girtin: Xebatên me dê bi weşana dijital bidome 2018-07-10 11:44:02   AMED - Rojnameya Welat ku piştî qeyûm tayînî Çapxaneya Gun hat kirin û hemû çapxaneyan din deriyê xwe li wê girtin, bi KHK'ê hat girtin. Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Welat Elîf Can Alkan, diyar kir ku heta gel azad bibe dê li ser qada dijital weşana xwe berdewam bikin."    Rojnameya Welat, yekem car di 26'ê Sibata 1992'an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Welat piştî 15'ê Tebaxa 2006'an dest bi Rojnameya Azadiya Welat dest bi weşana rojane kir. Welat di nava 26 salan de gelek caran hat sansurkirin. Gelek cara xebatkarên wê hatin binçavkirin û girtin. Gelek xebatkarên wê hatin kuştin. Ji ber rojname hat girtin gelek nav guhertin. Herî dawî piştî bû rojane û dest bi Azadîya Welat kir. Azadiya Welat bi KHK'ê hat girtin. Piştre Rojeva Medya dest bi weşanê kirin û rojeva Medya jî bi KHK'ê hat girtin. Dawiya Dawî dest bi weşana Welat kirin. Welat jî vê carê piştî qeyûm di 28'ê Adarê de tayînî Çapxaneya Gun kirin êdî hemû çapxaneyan ji tirsa hikûmetê deriyê xwe li Welat girtin. Piştî hemû çapxaneyan ji tirsa hikûmetê deriyên xwe li Welat girtin, welat bi daxuyaniyekê diyar kir ku dawî li weşatan xwe ya çapê tinin û dest bi weşana înternetê dikin.  Rojnameya Welat di 30'ê adara 2018'an de hate girtin. Çapa herî dawî jî bi hejmara 217 û bi manşeta 'Ji zimanê me di tirsin' hate çapkirin. Di 31'ê adarê de jî hejmara wê ya 218'an weke fotokopî hate derxistin.  Piştî ku rojnameyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku dê êdî dest bi xebatên weşangeriya li ser înternetê bikin jî, di 25'ê gulana 2018'an de bi hejmara yek û bi manşeta 'Kurdî sînoran nas nake' derket û dest bi weşana înternetê kir. Welat bi navekî nû dest bi weşana dijîtal kir. Welat ku qeyûm tayînî çapxaneya wê kirin, niha jî bi KHK ya 701'an hat girtin.    'NAXWAZIN KURD BI ZIMANÊ XWE BIXWÎNIN Û FÊR BIBIN'   Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Bulut û Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Welat Elif Can Alkan, têkildarî girtina rojnameyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.  Rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, diyar kir ku AKP ji bo ku gelê kurd nikaribin bi zimanê xwe daxwaz, hawar û pirsgirêkên xwe ji cîhanê re ragihîne û kurd nikaribin bi zimanê xwe rojevê bişopînin welat girt û wiha got: "Me bi vê rojnameyê hem dîrok û hem jî çanda gelê kurd dida jiyandin. Li dijî gelê kurd dijminantiyek fîîlî heye. Li ser gelê kurd polîtîkaya tunekirinê tê meşandin. Rojnameya me ev polîtîkaya tunekirinê teşîr dikir. Armanca girtina rojname, ajans û televîzyonan ewe ku gel di tariyê de bihêlin. Gel dîsa dixwaze ku rojname wekî kaxiz bê çapkirin. Eleqeya gel a li hemberî rojnameyê gelek zêde ye. Lê ji ber çapxane deriyên xwe li me venakin em nikarin çap bikin. Gel rojnameyê ji bo xwe wekî dibistan dibîne."    ‘DÊ WEŞANA ME BIDOME'   Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Welat Elîf Can Alkan jî diyar kir ku heta gel azad bibe dê li ser qada dijital weşana xwe berdewam bikin. Tevî hemû astengî û zextan, rojnameya me dê weşana xwe bidomîne. Heta azadiya vî gelêpêk bê dê weşana me bidome. Em dê xebatên xwe û weşana xwe li ser weşana dijital berdewam bikin."