KCD: Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî zerarê dide yekîtiyê 2018-07-10 11:03:47   AMED – KCD’ê, daxuyaniya Serokwezîrê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya derbarê herêma Qendîlê de rexne kir û got ku daxuyaniya Barzanî ji Yekîtiya Neteweyî ya Kurd re xizmetê nake û berevajî vê yekê zerarê dide yekîtiya kurd.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya derbarê herêma Qendîlê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Nêçîrvan Barzanî destek dabû “Operasyona Qendîlê” û hebûna PKK’ê ya li Qendîlê wek “dagerkerî” pênase kiribû.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:    “Pêvajoya du salên dawî yên me li pey xwe hişt, hem di aliyê gelê me de û hem jî di aliyê rêxistinên saziyên civakî û partiyên siyasî yên ji bo azadiya gelê me têdikoşin bi tecrûbe û cerebeyên têr û tijî re derbas bûn. Polîtîkayên êrîşkarî, faşîst-nîjadperestî yên piştî referandûma başûrê Kurdistanê derketin holê û pêşkêşiya wê Tirkiyeyê dikir hêj di bîra me de ye. Dagirkeriya rêxistina Heşdî Şebî ya Kerkûkê encama vê polîtîkayê ya xistina meriyetê ye. Dîsa, dagirkirina Efrînê ya ji hêla artêşa TC’ê ve berdewama vê pêvajoyê ye, li Minbîc û herêmên din heman polîtîkayên êrîşkariyê tên meşandin. Di encama ev polîtîkayên dagirkeriyê de em dibin şahid ku di serî de Efrîn û Kerkûk, li bajarên Rojava û başûrê Kurdistanê hewl tê dayîn ku demografiya wan biguherînin. Ev hemû geşedan dihêle ku gelê me yên herçar parçeyên Kurdistanê di qadên civakî, sosyolojîk, siyasî û demografîk de bi pirsgirêkên jiyanî û gelekî xetere re rû bi rû bimînin.     Di rastiya çareseriya hemû pirsgirêkan de di Yekîtiya Neteweyî ya gelên me yên her çar parçeyên Kurdistanê de derbas dibe. Ev yek di daxuyaniyê hemû partiyên siyasî û saziyên kurdistanî de bi gelê me re hatiye parvekirin.   Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya hefteya derbasbûyî ya têkildarî Qendîlê de dabû nîşan dide ku wî tecrûbe û cerebeyên berê bi awayekî rast nenirxandiye, vê yekê dernexistiye zanebûnê û negihîştiye zanebûna siyaseta Yekîtiya Neteweyî.   Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk bi raya giştî ya hemû Kurdistanê û navneteweyî re parve dikin ku daxuyaniya birêz Nêçîrvan Barzanî ya têkildarî Qendîlê wekî daxuyaniyeke bêtalihî dinirxînin; daxuyaniyên bi vî rengî zirarê dide Yekîtiya Neteweyî ya gelê kurd, cesaretê dide êrîşên dagirkeriyê û wan rewa nîşan dide.    Di encama hewldanên dagirkerî û êrîşên ku hebûna gelê me yên herçar parçeyên Kurdistanê qest dike û ji ber xeterî û gefa ku pêre rû bi rû ye bang li hemû lîder û rêveberên partiyên siyasî dikin ku ji daxuyaniyên zirarê didin Yekîtiya Neteweyî, rê li pêşiya dagirkeriyê vedikin û wê rewa dikin dûr bisekinin û li hemberî van daxuyaniyan bi hestyarî tevbigerin.”