Ev leşker ji ber çi bêdeng hat veşartin? 2017-10-18 11:50:33 ŞIRNEX – Li Şirnexê çawişê pispor Mehmet Can ku tê zanîn di 9’ê Cotmehê pevçûnekî de jiyana xwe ji dest daye bi awayek bêdeng hat veşartin. Can ji aliyê rayedaran ve ne şehît hat îlankirin ne jî navê wî li çapemeniya netewî derbas bû. Vê yekê bi xwe re nîqaşa “Gelo dewlet windahiyên xwe vedişêre” bi xwe re anî.  Li herêma Besta ya Şirnexê di pevçûneke ku 9’ê Cotmehê pêk hat de hat ragihandin ku 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û çawişê pispor Mehmet Can ê ji gundê Çikrik a navçeya Artovaya Tokatê jî di nava wan leşkeran de ye. Derket holê ku cenazeyê Can bi awayek veşartî li Arnavutkoya Stenbolê hatiye veşartin. Têkildarî mirina leşkeran di tu çapemeniya neteweyî de gotinek nehat kirin. Em ve rewşa cenazeyên ku bi awayek veşartî hatine veşartin û wek şehît nehatine îlankirin ji raya giştî re aşkere dikin.     3 LEŞKER JİYANA XWE Jİ DEST DAN   Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) cara ewil bi çavkaniyên xwe yên herêmî ev rewş bi nûçeyekê xwe bi raya giştî re parve kir. Di nûçeya ku 11’ê Cotmehê de ev agahî hatin parvekirin: “Hat zanîn ku li 23’emîn Fermandariya Jendermeyan a Şirnexê ji bo 3 leşkeran merasîma veşartinê hatiye kirin. Hat ragihandin ku leşkerên ji bo wan merasîm hatin lidarxistin li herêma Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane. Di merasîma bi awayek bêdeng hat kirin de gelek rayedarên dewletê û endamên AKP’ê amade bûn. Derbarê merasîmê de tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.”   SEROKÊ ŞAREDARİYÊ BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛ   Derbarê pevçûn û leşkerên jiyana xwe ji dest dane de Serfermendariya Artêşa Tirkiyeyê, Serokwezirtî, Serokomartî û walitiyên Tokat û Stenbolê tu daxuyanî nedan. Ji bo çawişê pispor Mehmet Can hem li 23’emîn Fermendariya Jendermeyan a Şirnexê hem jî li Arnavutkoya Stenbolê merasîmên cuda hatin li dar xistin. Bi têkildarî merasîman Serokê Şaredariya Arnavutkoyê Ahmet Haşim Baltaci, li ser hesabên xwe yên twitter û facebookê de ev nîşe parve kirin: “Me birayê xwe Mehmet Can ê li Şirnexê karê xwe yê dewletî dikin li mizgefta Yeşil a Taşolukê spart axê. Xwedê rihma xwe lê bike.”    BALTACI: JIYANA XWE JI DEST DA   Her wiha Serokê Şaredariyê Baltaci ê beşdarî merasîmê bû, li cihê Can re bibêje “Şehît” nîşeya “wefat kir” parve kir. Şîroveya Omer Halis Ertugrul Yagiz ê şopînerê şaredar Baltaci jî di bin parvekirinê de vê şîroveyê kir: “Ji ber çi ev qas kêm kes başdarî merasîma şehîdê me bûye. Ma haya tukesî tune bû? Sed heyf li me”   NÛÇE PAŞVE KIŞANDIN    Ligel vê parvekirinê derbarê merasîmê de sîteya herêmî a bi navê www.arnavutkoyden.com nûçeyek parve kir. Di vê lînkê “http://www.arnavutkoyden.com/arnavutkoylu-uzm-cavus-mehmet-can-sirnakta-sehit-dustu/” hat gotin ku Mehmet Can ê ji Tokatê yê di pevçûna li Şirnexê de jiyana xwe ji dest daye. Nûçeya ji aliyê sîteya heremî hat parvekirin piştî demekê paşve hat kişandin.    Ajansa Anadoluyê (AA) ku her nûçeya “şehît”an çêdike jî derbarê vê merasîmê de tu nûçe parve nekirin.  Walitiyên Tokat û Stenbolê ku li her leşkerên jiyana xwe ji dest didin xwedî derdikevin jî ji bo çawişê pispor di siteyên xwe de agahî parve nekirin.    Hat zanîn ku cenazeyê çawişê pispor Mehmet Can ku mirina wî hat veşartin li Goristana Haraççı ê Arnavutkoyê di 11’ê Cotmehê de hatiye veşartin. Merasîma cenazeya ku gelek kes beşdar bû ji aliyê raya giştî nehat bihîstin û derbarê wê de tu agahî nehatin parvekirin.     ‘ÎNTIXAR KIRIYE’   Li gorî agahiyê ku ji xizmên Mehmet Can hatin wergirtin jî rayedaran agahiya “kurê we întixar kiriye” dane malbata wî. Lê belê derbarê întixara Mehmet Can de jî daxuyaniyek fermî heya niha nehatiye dayîn. Hat zanîn ku malbatê dê derbarê rewşê de gilîdar bibe.     WINDAHÎ TÊN VEŞARTIN?   Ji mêj ve li ser veşartina mirina leşkeran nîqaş tên meşandin. Tê gotin ku dema leşkerên pispor bên kuştin heya rayedar daxuyanî nedin ev agahî tenê bi malbatê re tê parvekirin.  Her çend Wezareta Parastinê ya Fermî van angaştan qebûl neke jî mirina Can nîqaşa “Gelo windahî tên veşartin?” bi xwe re tîne.     MA / Gokhan Altay