Gullu: Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne rast e 2018-07-10 10:05:46 AMED - Endama Komîsyona  Jin û Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Gulesra Gullu, diyar kir ku li Tirkiyeyê tecawîza zarokan zêde bûye û got: “Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne rast e.”    Li Tirkiyeyê tecawîzên zaroka her ku diçe zêdetir dibe û li dijî vê yekê tekane çareseriya hikûmeta AKP’ê darvekirin û xesandine. Dengên hikûmetê  yên ji bo bi darvekirinê bilind dibin, di rojevê de cihê xwe diparêze. Endama Komîsyona  Jin û Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Gulesra Gullu, bal kişand ser zêdebûna tecewazên zarok û revandina zarokan ên di demên dawî de ketî rojevê.  Gullu, diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 105 hezar zarok windane û wiha axivî: “Ji sala 2017’an û vir ve tenê 15 hezar dozên tecawizên çêbûn. Ji ber ku polîtîkayekê hikûmetê ya li dijî tecawizên zarokan tuneye, her ku diçe zêdetir dibe. Sedemên vê yên din jî, pergala perwedê û gotinên zayendperest ên di diziyên televîzyonan de tên weşandine.”    GAVA DESTHILATDAR BÊ ÇARESERÎ BIMÎNE…   Gullu, anî ziman ku li Tirkiyeyê mafê zarokan nayê parastin û wiha got: “Ji bo zarokên winda dibin û rastî tecewizê tên, perwerdeyek xurt a rehabilîtasyonê tuneye. Di demên dawî de li dijî tecawizên zarokan tim nîqaşên darvekirin û xesandinê tên kirin. Ev ji çareseriyê dûrin. Ji ber ku hikûmet li dijî tundiya jinê û tecawizê bêçareser maye, hewl dide serî li rêbazên darvekirin û xesandinê bide. Bi tundiyê, bersiva tundiyê dayîn ne raste. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, civak sewqî rêbazên toviyê kirin, ne çareseriye. Niha di hiqûqa cezayê de, li dijî tundî û tecawizê ceza hene, lê nayên bi cih anîn û cezayên kêm didin faîlan. Ev bi serê xwe pirsgirêke.”   QANÛNÊN PERWERDEKER   Gullu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina sûcên zayendî, pêdivî bi qanûnên perwerdeker û adîlane heye. Weke Şaxa ÎHD’ê herî zêde di rojeva me de wezareta mafê zarokan cih digire. Bi vê wezaretê re li bajarên cuda dê meclîsên zarokan bên avakirin. Di nava van meclîsan de dê rêveberiyên herêmî û malbatan cih bigirin. Pirsgirêkên zarokan dê li van meclîsan bên komkirin û ji wezaretê re bên şandin. Wezaret jî dê li cihê zarok lêne pirgirêkên wan çareser bike. Wezarata Xebat, Xizmeta Civakî û Malbatê ku navê wê nû guherî ji bo pirsgirêkên zarok û jinan ên li Tirkiyeyê pir kêm û qels dimîne.