AYM’ê serlêdana parlamenterê HDP’ê Encu red kir 2018-07-10 09:43:28   ENQERE – Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) serlêdana parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu ku pişti hat girtin û wekîltiya wî hat xistin, bi sedema "rê xelas nebûne" red kir.     Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu ku piştî hat girtin, parlamenteriya wî hat xistin, ji bo serbest bê berdan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû. Encu bi riya parêzerên xwe bi sedema ku mafê azadiya ramanê û mafê azadiya îfadeyê bikar aniye û ji ber vê yekê tê girtin mafê wî yê bingehîn tê binpêkirin serî li AYM'ê da û xwest bê berdan. Lê heyeta dadgehê. bi sedema ku "Hêj rê xelas nebûne," serlêdana Encu red kir.