Li Revîrê heqaret li jinên girtî kirin û gef lê wan xarin 2018-07-10 09:12:59 EDENE - Girtiya jin Gulîstan Al a li Girtîhgeha Tîpa L a Dîlokê dimîne, diyar kir ku gardiyenan heya ew birin revîrê bi erdê re kaş kirin û li vê derê, li ber xebatkarên tenduristiyê îşkence li wê kirin. Girtiya jin Gulîstan Al a li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê dimîne, bi nameya nivîsand binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn parve kir. Al, di nameya şand de wiha  got: “Li girtîgehê ji girtiyên siyasî yên jin ez, Esra Demîr a kezebeka wê tune û Aysel Kaya Vurucu dimînin. Esra Demîr berî 3 hefteyan anîn girtîgehê. Lingekê wê kurte. 6 parsûyên wê şikestîne. Kezebeke wê tuneye û astıma wê heye. Behntengiyê  dijî. Ji ber ku demarên milekê wê qût bûne, kar nake.”    'EM Ê WE BISEKITÎN IN'   Al, anî ziman ku ew sê girtiyên jin bi hevre di heman qewîşê de dimînin û wiha pê de çû: “Di 4’ê Tîrmehê de gardiyan ketin hûndirê qawîşê û gotin ‘ji ber ku cezayê hucrê yê Aysel Kaya Vurucu heye, em ê wê bixin hucrê.’ Ligel ku Vurucu belgeya cezayê hucre ji gardiyenan xwest jî, ew bi darê zorê birin hucrê û ji aliyê gardiyenên zilam ve hat derpkirin. Em ev yek bihîst û bertek nîşan da. Li hemberê vê bertekan me, ji me  re gotin ‘hûn kîne, emê we bisekitînin. Dengê xwe qût bikin.’ Dûre derî vekirin û ketin qewîşa me û xwe dîsan bi me re aciz kirin.”   ÎŞKENCEYA BIRINA REVÎRÊ   Al, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Jinên gardiyan  girtiya nexweşîna giran Esra Demîr dehf dan û avêtin erdê. Dardiyenên zilam li erdê em derp kirin. Hewldan bi darê zorê me bibin revîrê. Em bi erdê re kaş kirin û birin revîrê. Gardiyena binavê Ebru, ji min re got ‘tu tam kûçikî.’ Gardiyenên binavê Ebru, Tugçe, Fîlîz û Gîzem, ligel du xebatkarên tenduristiyê Furkan û Aykut, pora min kaş kirin, kulm li sing û pişta min xistin. Bi pehîn û şeqamên êrîşî min kirin. Hîna jî li ser canê min hişînahî hene. Şopên lêdanê ji ser benda min neçûne. Bijîşkê derbarê vê yekê de rapor girt jî got ‘agahiya min tuneye.’ Ez giliyê gardiyenên êrîşkar û xebatkarên tenduristiyê yên çavên xwe ji vê îşkenceyê re girtin, dikim.”