2 salin girtî ye lê îdîanamene tune 2017-10-18 11:35:58 ENQERE - Zarokê 2 sal berê hat girtin Murat Padir sê dozgerên li dosyaya wî mêze dikirin guherîn û hîna îdîanameya wî tuneye.  Murat Padir ê zarok bû hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi nameyekê îşkenceya tên jiyîn ragihandin. Padir ê 19 salî ev tişt di nameya xwe de vegot: “Ez zarok bûm hatim girtin. Ez nizanim bi çi têm darizandin. Gava hatim girtin, mehekê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê mam. Ji ber ku odeya zarokan tunebû, ez sîrgûnê Girtîgeha Mêrdînê kirim. Ev 2 salin girtîme, lê hîna jî îdîanameya min amade nekirin. Sê caran dozgerên li dosyaya min mêze dikin hatin guhertin. Ên ku ji doza FETO dihat sûcdar kirin ji erka xwe hatin girtin. Min têkildarî dadgehê daxwazname ji rayedaran re şand, lê hîna jî tu bersiv nehatiye dayîn. Ez bang li raya giştî dikim ku bi hestiyar tevbigerin.”