HDK: Em axîna Çorlu li erdê nehêlin 2018-07-09 15:48:07   STENBOL - HDK'ê sersaxî ji malbatên kesên di facîaya qezaya trênê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û xwest axîna Çorlu û Soma li erdê neyê hiştin. HDK'ê xwest piştevanî û têkoşînê xurt bikin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî facîaya qezaya trênê ku sefera navbera Kapıkule-Halkali dikir û 24 rêwiyan di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û 338 kes birîndar bûn, sersaxî ji malbatan re xwest. HDK'ê di daxuyaniya nivîskî de sersaxî j malbatan xwest. HDK'ê di daxuyaniya bi ser navê " “Pergala Kapîtalîzmê ya kedxwarî û kuştinê, can distîne" wiha got: "Di vê komkujiya ku pergala sermayê û aqilê dewletê yê di xizmeta vê yekê de raste rast berpirsiyarê vê yekê ye. Di qezaya Pamukova ya trênê û komkujiya Soma de bi hezaran kedkar û karkeran jiyana xwe ji dest dan. Em ji malbatên kesên di qezaya Çorlu de jiyana xwe ji dest dan sersaxî dixwazin. Ji kesên birîndar jî şifaya acîl dixwazin. Divê em ji berpirsiyaran hesap bipirsin û piştevaniya xwe xurt bikin."