Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2018-07-09 15:28:08   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku ji doza Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê dihat darizandin, hat darizandin. Keskîn, parastin kir û got: “Kesekî wekî Alaattin Çakici wekî mahkûmê qederê tê darizandin, lê parazvanê mafan wekî terorist tê darizandin."    Danişîna doza Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê û rêveberên Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin, Eren Keskin û Huseyin Aykol û nivîskarên rojnameyê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatin dîtin.  Di danişînê de Keskin û parêzerên xwe amade bû. Gelek kesên din jî doz şopanhdin. Keskin, parastin kir û got: "Ez niha Hevseroka Giştî ya ÎHD me. 30 salin parastina mafên mirovan dikim. Sedema nivîsandina navê min parastina mafên mirovan û azadiya ramanê bû. Ez hem parazvanên mafên mirovan û hem jî parêzer im. Di serî de Musa Anter û gelek nivîskarên din hatin qetilkirin. Hêj faîlê yekî jî nehatiye aşkerekirin. Ger ku faîl hatibûna darizandin û cezakirin dê rewşa Tirkiye ne wisa bûya. Ez wekî terorîst têm darizandin. Min di temenê xwe de ji bilî çeka polîsan çek neditiye. Kesekî wekî Alaattin Çakici ji doza mahkûmê qederê tê darizandin. Lê ez wekî parazvanên mafên mirovan terorist têm darizandin. Daras ne serbixwe ye. Min wekî şexs dadgeha we neanî ziman. Min bi devahî daraz anî ziman."   Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da û piştre bi daxwaza dosya Keskîn bi dosya doza li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin re bikin yek bê lekolînkirin doz taloqî 9'ê Cotmehê kir.