Semra Guzel hat berdan 2025-11-03 19:06:13   ENQERE - Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel di rûniştina dawî ya doza xwe de hat berdan.   Danişîna dawî ya doza Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yemîn a Enqereyê pêk hat. Parlamenterên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek jin beşdarî danişînê bûn. Semra Güzel bi rêya SEGBİSê tevlî danişînê bû.   Dadgehê ji ber “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh û ji ber “sextekarî di belgeyên fermî de” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Semra Guzel birî û bi şertê kontrola edlî ew berda.