Li Depê 6 kes hatin binçavkirin 2018-07-09 14:16:51   XARPÊT – Li gundên navçeya Depê ya Xarpêtê leşkeran bi ser malan de girt û 6 kes binçav kir.    Li gundên navçeya Depê ya Xarpêtê leşkerên girêdayî Fermandariya Leşkerî ya Bajêr di 6’ê tîrmehê de bi ser gelek malan de girtin. Leşkeran di lêgerînê malên walatiyan serûbin kir. Piştî lêgerîna li malan, Endamê Meclîsa Bajêr ê Xarpêtê yê DBP’ê Abdulkadîr Gul, Haci Yavuz û Murat Ercan di nav de 6 kes bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kirin e” hatin binçavkirin.    Her 6 kes jî li Fermandariya Leşkerî ya Xarpêtê tên ragirtin û li bendê ye îro derxin edliyeyê.