Wekîla Serokên Koma HDP'ê: Divê şîn bê îlankirin 2018-07-09 13:59:44 ENQERE – Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di civîna meclîsê de bal kişand ser qezaya trênê ya Çorlu û got: "Divê ne torenek bi şahî, divê şîn bê îlankirin.    Wekîlên Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bîlgen, piştî hat ser kar û şûnde li meclîsê yekem civîna çapemeniyê ya li meclîsê pêk anîn. Di civînê de bal kişand ser qezaya trênê ya Çorlûyê. Di civînê de Fatma Kurtulan, ji bo malbatên di qezaya trênê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî û birîndaran re şifa xwest û got: "Divê ne torenek bi şahî, divê şîn bê îlankirin. Sedema qezayê ne felaketên xwezayê ne. Di mijarên ku em dibêjin ne qeza ye cînayet e, berpirsiyarên ji ser xwe davêjin û dixin stiyê xwezayê. Li şûna lêkolîn bikin û rê li pêş facîayên din bigirin ser bûyerê digirin.    DIVÊ ŞÎN BÊ ÎLANKIRIN      Kurtulan da zanîn ku hevserokên giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî heyetek çêkirin û çûn Çorluyê û wiha got: "Heyet dê saet di 16.00’an de bigêjin herêma bûyerê. Divê ji ber vê felaketê şîn bê îlankirin."