ÎHD’ê ji bo Panahî name ji Ruhanî re şand 2018-07-09 13:49:46   STENBOL – Rêveberên ÎHD’ê ji bo darvekirina siyasetmedarê kurd Ramîn Hosseîn Panahî bê rawestandin ji bo Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî name nivîsand û radestî Sefaretxaneya Îranê kirin.    Rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo parastina mafê jiyanê û biryara darvekirinê ya Dewleta Îranê derbarê siyasetmedarê kurd Ramîn Hosseîn Panahî bidin rawestandin li semta Çagaloglu ya Stenbolê li ber Sefaretxaneya Îranê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.    Di daxuyaniyê de pankarta “Darvekirin cînayet e, bila darvekirina Ramîn Hosseîn Panahî bê rawestandin” vekirin û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da.    ‘DARVEKIRIN ÊŞ DIDE CIVAK Û MALBATÊ’    Yolerî diyar kir ku heta îro li 142 welatan cezayê mirinê hatiye rakirin û cezayê darvekirinê feydaya wê li cezayê modern ê hiqûqê nabe û binpêkirina mafê jiyanê ya herî giran e. Yolerî anî ziman ku cezayê darvekirinê êş dide civakê û malbatê û got: “Piştî biryara darvekirina Panahî derket, xizmê wî Niştîman Hisen Panahî li dijî biryara darvekirinê bertek nîşan da û dawî li jiyana xwe anî.”    ‘DIVÊ CEZA JI BO PARASTINA ARAMIYÊ BÊ DAYÎN’    Yolerî da zanîn ku li gel civak li dijî vî cazayî derket jî lê mafê darizandina adil hatiye binpêkirin û wiha domand: “Cezayên wiha ji parastina pergala civakê zêdetir rê li ber bê aramiya civakê vedike. Ewlehiyê ji holê radike. Mirinê jî tîne asta ji rêzê. Di nav civakê de dibe sedema kuştina hev.”    BANGA LI ÎRANÊ KIR   Yolerî di serî de ji bo Panahî û tevahî cezayê girtiyan bê rawestandin bang li dewleta Îranê kir û xwest ku hemû saziyên mafê mirovan li dijî cezayê mirinê belgeyên mafê mirovan îmze bikin.    Piştî daxuyaniyê rêveberên ÎHD’ê ji bo darvekirina siyasetmedarê kurd Ramîn Hosseîn Panahî bê rawestandin ji bo Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî name nivîsand û radestî Sefaretxaneya Îranê kirin.