Ufukê cenazeyê wî hat ditîn, spartin axê 2018-07-09 11:55:47   HATAY -  Zarokê 6 salî Ufuk Tatar ê li navçeya Hassa ya Hatayê winda bû û 8 roj şûnde cenazeyê wî hat dîtin, spartin axê.    Zarokê astengdarê axaftinê Ufuk Tatar a 6 salî yê di 1’ê Tîrmehê de, li Taxa Arpaliuşagi ya qûntara Çiyayê Amamos a navçeya Hassa ya Hatayê winda bû û 8 roj şûnde cenazeyê wî hat dîtin, spartin axê. Ufukê astengdarê axaftinê yê bi malbata xwe re çûn serdana xizmên xwe yên taxê û li wir winda bû, duh li herêma hiş û beyar a taxa Yolluklari ya 5 kîlometre dûrî cihê lê winda bû, mirî hat dîtin.    Malbatê cenazeyê Ufuk piştî kar û barên otopsiyê, ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Zanîngaha Mustafa Kemal a Hatayê girt. Malbatê cenaze dest pê kê bir mala xwe ya taxa Ozyoruk a navçeya Kirikhan û ji wir jî birin goristina Taxa Aydinli û spartin axê.