ÎMO: Wêne jî didin nîşandan ku zemîn nehatiye xurtkirin 2018-07-09 11:52:43   STENBOL – Serokê Giştî yê ÎMO’yê Cemal Gokçe diyar kir ku qezaya trênê ya li Çorluyê pêk hatiye girê dane baranê û got: “Di wêneyên hatine kişandin de jî nîşan dide ku zemîn nehatiye xurtkirin.”    Nîqaşên li ser qezaya trênê ya li navçeya Çorlu ya Edîrneyê pêk hat, didomin. Serokê Giştî yê Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) Cemal Gokçe qezaya trêna rêwiyan a duh li navçeya Çorluya Edîrneyê pêk hat nirxand. Gokçe diyar kir ku wek gelek qezayên trênê ya duh li Çorluyê pêk hat jî sedemê wê bi barana vê girê didin û got: “Daxuyaniyên fermî yên ewil dîsa qezayê bi baranê ve girê dan. Piştî her karasetê cewheriya mijarê ji bîra dikin û li gorî encamê hikum didin.”   ‘XURTIKIRINA ZEMÎNÊ NEHATIYE KIRIN’   Gokçe anî ziman ku zemîna zeviyên trên têde derbas dibe zemînek sist e  û wiha got: “Gelo riya li ser vê axa sist ku hatiye çêkirin, bi saxlemî çêkirin e? Di wêneyên hatine kişandin de jî dide nîşandan ku zemîna riya trênê baş bi xûrtî nehatiye çêkirin. Li gel ku dizanin zemîna axa bi vî rengî xwe li ber baranê nade jî, lê kontrol nekirine. Valahiya binê riya trênê bûye sedemê qezayê. Di wêneyan de jî viya xwe de xuyakirin. Kontrola riya hesin baş nehatiyekirin. Ev kêmasiyên riya hesin di nav mirovan de rê li ber rîskê vedike. Kontrolên rûtîn jî nehatine kirin.”    ‘KONTROLÊN RÛTIN NEHATINE KIRIN’    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) ya Stenbolê Nusret Suna jî destnîşan kir ku ji ber barîna baranê yekemîn tiştek wisa naqewime û got: “Çi dibe bila bibe divê kontrolên rutin yê rê bihatana kirin. Ji ber vê kontrolê nekirine, qezayê rû da.”    'NE LI GORÎ STANDARTAN HATIYE ÇÊKIRIN’    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Makînayê (MMO) yê Stenbolê Battal Kiliç jî di rayên trênê de ku hatine çêkirin xeletî hene û got: “Malzemeyên di riya hesin a trênê de hatine bikaranîn, ne li gorî standarta kelûpelan hatiye bikaranîn. Gumanê me di vê derbarê de hene. Ev yek jî dibe sedema qezayan.”