Hevserokên Giştî yên HDP’ê diçin Çorluyê 2018-07-09 11:21:16   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi şandeyek qerebalix re diçin Çorluyê.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi şandeyek qerebalix re, diçin Çorlu ya di facîaya trênê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.     Li gel Buldan û Temellî, parlamenterên HDP’ê Bariş Atay, Erkan Baş, Hasan Ozguneş, Huda Kaya û şandeya ji rêverên Tekîrdag, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî pêk tê, dê biçin Çorlu û qezaya trenê li cihê bûyerê lêkolîn bikin.