Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin 2025-10-29 10:31:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi îdiaya Hamasê êriş kiriye, li dijî Xezeyê êrişên hewayî da destpêkirin. Di êrişân de 24 zarok jî di nav de herî kêm 63 Filistînî hatin qetilkirin.   Artêşa Îsraîlê tevî lihevkirin û agirbestê jî êrişên xwe yên li dijî Xezeyê didomîne. Artêşa Îsraîlê, rojek berê ragihand ku li Herêma Refah a Xezeyê ku hatiye dagirkirin, leşkerekî wê hatiye kuştin û îda kir ku Hamasê êriş kiriye. Hamasê ev îdia derewand.   Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, piştî civîna ewlehiyê rexmê agirbestê li dijî Xezeyê talîmata êrişa “bilezgîn” û “dijwarî” da.    Erkdarên tenduristiyê yên Xezeyî, diyar kir ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de malên li herêma “xeta zer”, wesayîteke sivîl, stargehek û nexweşxaneyek bûye hedef û ragihand ku jê 24 zarok 63 Filistînî hatine qetilkirin.   ‘NETENYAHU DIXWAZE XETA ZER BERFIREH BIKE’     Di heman demê de, kanala televîzyonê ya dewleta Îsraîlê KAN’ê ragihand ku hin gavên ku rêveberiya Tel Avîvê dixwaze bavêje dê ji aliyê DYA’yê ve bê erêkirin. Hat ragihandin ku Netanyahu biryar daye ku "xeta zer" a li gorî peymana agirbestê di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye berfireh bike û ji bo koordînasyonê bi rayedarên payebilind ên DYA’yê re civiyaye.   DI 10’Ê COTMEHÊ DE AGIRBEST PÊK HATIBÛ     Di serdana Netanyahu ya 29’ê Îlonê ya ji bo DYA’yê de, Serokê DYA’yê Donald Trum ji bo ‘aştiya’ li Xezeyê plansaziyeke bi 20 xalan daxuyandibû. Netanyahu, ragihandibû ku planê qebûl dike û Hamasê jî di 3’ê Cotmehê de ragihandibû ku pevguherîna dîlgirtiyan û dewrkirina rêveberiya Xezeyê ji bo teknokratên Filistînî qebûl dike. Di 6’ê Cotmehê de Îsraîl û Hamas li Misirê ji bo guftûgoya planê civiyabûn. Di 9’ê Cotmehê de Îsraîl û Hamasê qonaxa yekemîn a planê qebûl kiribûn û di 10 ‘ê Cotmehê de li gorî saeta herêmî saet di 12.00’an de agirbest hatibû destpêkirin.   Di vê çarçoveyê her du aliyan dîligrtî berdabûn.