Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin 2025-10-28 17:02:35 AMED - Li Bismilê şîna Eşref Akyildiz û Mûstafa Akyildiz ên HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin.    Ji bo Mûstafa Akyildiz (Milîtan Heqî) ê HPG’î ku di 4’ê Tebaxa 2024’an de li Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû û ya Eşref Akyildiz (Mahîr) ê ku di 14’ê Hezîrana 1996’an de li Herêma Bagokê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bismil a Amedê şîn hate danîn. Şîna xal û xwarziyan ku li gundê Heciya Kurdan hatibû danîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi tevlibûna nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî û gelek welatiyan ve bi girseyî hate ziyaretkirin.   Girse, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” ber bi mala şînê ve meşiya. Li cihê şînê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengî axivî û got: "Di nava van 52 salan de têkoşîneke birûmet hate dayîn. Îor bi saya wan em li çaraliyê cîhanê siyasetê dikin. Wek hûn jî dizanin şervanên azadiyê bi şûn ve vekişiyan. Em ê bibin layiqê rêya wan.”