Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome 2025-10-27 16:30:33 ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşda çavdêriya awarte didome. Bijîşkê Aykol, got ku enfeksiyona di sîhên Aykol de hêj xelas nebûye û xetereya li ser jiyana wî didome.    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Di dema tedawiyê de enfeksiyonê sihên Aykol girt û tedawiya wê didome. Bijîşkê Aykol da zanîn ku rewşa Aykol hêj wekî xwe ye û xetereya jiyanî didome. Bijîşkan got ku enfeksiyona ser sîhên Aykol hêj didome. Bijîşkan da zanîn ku nikarin sedasyonê kêm bikin û dema kêm dikin jî dilê Aykol lez bi lê dide û tansiyona wî bilind dibe. Bijîşkan, got ku ji ber vê rewşê nikarin bibêjin ka dê Aykol kengî hişyar bikin.    Serdanên ji bo Aykol jî berdewam in. Wekîlên DEM Partiyê, rewşenbîr, rojnameger û gelek kes çûn serdana Aykol.