Rûniştina doza tacîzvanê zaroka 15 salî sibê ye 2017-10-18 11:08:12 EDENE - Li Edeneyê zaroka 15 salî A.Y. rastî taciza zayendî ya peywirdarê apartmanê C.S. hatibû. Rûniştina doza tacîzkar C.S. dê sibê bê dîtin. Parêzera A.Y. Sevîl Araci Bek, diyar kir ku divê C.S. yê rastî cezayê malê ha tiye bê girtin.  Li navçeya Çukurova ya Edeneyê zaroka 15 salî A.Y. rastî îstîsmara zayendî ya rêveberê apartmanê C.S. hatibû. Piştî bûyerê C.S. rastî hepsa malê hatibû. Endama Platforma Jinan a Jinan a Edeneyê û parêzera A.Y., Prz. Sevil Aracı Bek, diyar kir ku rûniştina dozê sibê ye û xwest bersûc bê girtin. Prz. Araci Bek, anî ziman ku li ser giliyê A.Y. tacîz ronî bû û wiha got: "Bersûc piştî hat darizandin bi cezayê malê serbest hat berdan. Li ser îtîraza dozger di 1'ê tebaxê de hat girtin. Piştî 15 rojan girtî ma, doz hat vekirin. 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê biryara girtina bersûc da. Lê li ser îtîraza parêzerê bersûc, 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê biryar da ku li malê bê girtin.    Bek, bertek nîşanî girtina malê da û xwest bersûc girtî bê darizandin. Bek, diyar kir ku ew dê li dadgehê dîsa bixwazin girtî bê darizandin. Bek, anî ziman ku derûniya zarok pir xerab e û ji tirsa destpêkê bûyer venegotiye û wiha got: "Carekê hewl da întîhar bike. Nameyê ku gelek caran hewl da întihar bikin derket holê. Derûniya wê pir xera bûye.    Bek, bal kişand ser pêşnûmeya ku erka mahrê dide muftî û meleyan û wiha bi dawî kir: "Xuya dike ku dê ev pêşnûma di meclîsê re derbas bibe. Ev yek dê bêtir rê li pêş zewaca zarokan veke. Em jin li dijî vê yekê ne. Hewl didin ku vê pêşnûmayê rawestinin. Di îspata tacîzê de em pir zahmetiyan dijîn. Ji bo vê yekê jî divê em bi şahidan ispata wê bikin. Divê heyeta dadgehê daxuyaniya kesên mexdûr li ber çavan bigire. Em wekî platforma Jinan bang li her kesi dikin ku beşdarî doza ku sibe (19 Cotmeh) saet di 10.30'an de li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin bibin.