Dozek mirinên qedexeya li Cizîrê hat redkirin 2018-07-09 09:15:03 ŞIRNEX – Li Cizîrê têkildarî mirinên di dema qedexeyan de pêk hatin der barê Wezareta Karê Hundir de doz hatin vekirin. Dîtina danişîna van dozan destpê kir. Doza der barê mirina Saît Çagdavul (19) ku di qedexeya ewil de jiyana xwe ji dest dabû hat vekirin ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 2015-2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibûn îlankirin. Di serdema van qedexeyan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) der barê Wezaret Karê Hundir de li Dadgeha Îdareya Mêrdînê de doz vekiribûn. Danişînê ji van dozan ên ewil ên madî û manewî tên dîtin.    BIRYARA DOZA EWIL NEHATIYE AŞKEREKIRIN    Yek ji van dozan a Murat Erdîn ê di 1999’an de hatibû dinê ye. Erdîn di jêrzemînek li Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû. Bi hinceta “Qedexe li dijî hiqûqê ne û îdare ji van mirinan berpirsyar e” doz hatibû vekirin. Doza Erdîn di 16’ê gulanê de hat dîtin û doz bi dawî bûbû. Lê hêj biryara der barê dozê de nehatiye aşkerekirin.    DOZ HAT REDKIRIN    Piştî doza Erdîn, danişîna doza Saît Çagdavul ê 19 salî ku di 6’ê îlona 2015’an de bi guleya polîs-leşkeran jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Danişîn di 29’ê gulanê de hat dîtin.    Demek kin beriya niha Dadgeha Îdareya 2’yemîn a Mêrdînê biryara derbarê doza Çagdavul de aşkere kir. Dadgehê doza bi daxwaza 120 hezar madî û 500 hezar manewî bi giştî 620 hezar TL’yî hat vekirin red kir.