Li Heskîfê welatî û şaredarî ji bo paqijiyê xemsar in 2018-07-09 09:14:14 ÊLIH – Bi hatina havînê re li gorî salên berê kêm be jî turistên herêmî û biyanî diçin serdana Heskîfê. Ji ber xemsariya turîstan derdor di nav çopê dimîne.  Navçeya Heskîfê ya Êlihê ya ku dîroka wê dirêjî 12 hezar salan dibe dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne. Bi hatina havînê re li gorî salên berê kêm be jî turistên herêmî û biyanî diçin serdana Heskîfê dikin. Ji ber xemsariya turîstan derdor a dîrokî di nav çopê dimîne. Balkêş ku Şaredariya Heskîfê ya AKP’î jî li derdorê paqijiyê nake û bi awayek xemsar li paqijiya şûnwarên dîrokî dinêre.    ‘XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN’    Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan li dijî herimandina Heskîfê bertek nîşan da û banga hestiyariya paqijiyê li welatiyan kir. Ayhan got: “Yên ku xwedî li dîroka xwe dernekevin, nikarin xwedî li siberoja xwe jî derkevin.”