Qahweya Sofiyan dîroka Gimgimê ye 2018-07-09 09:02:28 MÛŞ - Li Gimgimê Qahweya Sofiyan 46 sal e heye û ya herî kevnar e. Xwediyê qahweyê Ramazan Baba got: “Bi salan e tehma çaya me neguheriye. Îro kesek were dê tehma çaya 10 sal berê li vir bibîne.”    Li navçeya Gimgimê ya Mûşê 46 sal e Qahweya Sofiyan heye û yek ji qahweya herî kevnar e. Di 1972’an de ji aliyê malbata Baba ve hat avakirin. Atmosfera polîtîk a siyasî bi salan e xwe li qahweyê dide nîşandan. Ji ciwanan bêtir extiyar diçin qahweyê û rûdinên. Kî ji derveyî Gimgimê ango ji ji gundên Gimgimê tê cihê ewil diçê Qahweya Sofiyan e. Bi boneya ku bêtir extiyar lê rûdinên navê wê kirin e Qahweya Sofiyan.   'DÎROKA GIMGIMÊ YE’    Xwediyê qahweyê Ramazan Baba yê 44 sal e birêve dibe behsa qahweyê kir û got: “Ev der dîroka Gimgimê ye. Li vir navê her tiştî guherî û xwediyê dikanan guherî lê Qahweya Sofiyan qet neguherî. Kî tê navçeyê ewil tê qahweya me rûdinê û çay vedixwe. Heta mirovên ên ji Ewropayê jî tê ewil tên vir. Her kes li qahweyê hev dibîne. Bi salan e tehma qahweya me neguheriye. Îro kesek were dê tehma çaya 10 sal berê li vir bibîne. 6-7 kes li qahweyê dixebitin. Yên tên li vir çay vedixwein em dizanin kî vekirî an jî kî girtî çayê vedixwin.”