ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-09 09:00:56 * Li Cizîrê têkildarî mirinên di dema qedexeyan de pêk hatin der barê Wezareta Karê Hundir de doz hatin vekirin. Dîtina danişîna van dozan destpê kir. Doza der barê mirina Saît Çagdavul (19) ku di qedexeya ewil de jiyana xwe ji dest dabû hat vekirin, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.  * Saziya Tiba Edlî raporek ku ajokarê maşîneya zirxî ya polîsan li ser riya Licê ku li mînîbusa welatiyan qeliband, 3 kes kuştin û 18 kes birîndar kirin “bêqisûr” dît û lastîkên maşîneyê jî “ji sedî sed biqisûr” dît amade kir.     * Li Gimgimê Qahweya Sofiyan 46 sal e heye û ya herî kevnar e. Xwediyê qahweyê Ramazan Baba got: “Bi salan e tehma çaya me neguheriye. Îro kesek were dê tehma çaya 10 sal berê li vir bibîne.”    * Bi hatina havînê re li gorî salên berê kêm be jî turistên herêmî û biyanî diçin serdana Heskîfê. Ji ber xemsariya turîstan derdor di nav çopê dimîne.    * Li Îzmîrê S.T. ya ji 12 saliya xwe ve bi îstîsmarê re rû bi rû hiştin û bi darê zorê bi kiryar re zewicandin behsa qewimînê 41 sal e dijî kir. S.T. ya dayika 5 zarokan bal kişand ser nîqaşên darvekirinê û xesandinê û got: “Tişta ku bê guhertin divê ev feraset be. Darvekirin jî û xesandin jî ne çareserî ye.”    * Şêniyên semta Fîkîrtepe ya Kadikoyê ya bi projeya veguhertina bajar tê rojevê bi hinceta malên wan paş de nayên dayîn 28 roj e di konên li qada înşatê de avakirin e di nobetê de ne. Şêniyên taxê gotin: “Em xwediyê xênî bûn, lê me kirin kirêvan. Niha jî em bûne mexdûrê bin konan.”    * Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen têkildarî revandina zarokan û îstîsmarkirina li ser zarokan axivî û got: “AKP wisa jidil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe.”    * Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi rojeva nirxandina hilbijartinê û plansaziya serdema nû li Navenda Giştî ya HDP’ê bicive. (10:00)   * Danişîna 3'yemîn a doza Nisêbînê ku derbarê 50 kesan de doz hatibû vekirin ên di 26'ê gulana 2016'an de ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema "qedexeya derketina kolanan" de hatibûn tahliyekirin û girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna 6’emîn a doza nûçegihana DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê dîtin. (14.00)   * Rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dê bi boneya biryara darvekirina Îranê ya li dijî siyasetmedarê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî bê rawestandin û mafê jiyanê biparêz e, wê li ber Sefaretxaneya Îrane ya li semta Çagalogluyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Danişîna doza Hevgerînendeyên Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Eren Keskîn û Huseyîn Aykol li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.00)   * Danişîna biryarê ya doza 301 karkerên madene yên li Soma jiyana xwe ji dest dan dê li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê bê dîtin (09.00)