‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe' 2025-10-25 09:13:36   STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, çareserkirina vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê ne ne pêkan e û got: "Divê 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan bê naskirin."   Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, Tevgera Azadiya Kurd gelek gavên berbiçav avêtin. Li gel pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan, daxwaza "mafê hêviyê" hat kirin. Piştî civîna di 15-17'ê Îlonê de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) careke din bang li Tirkiyeyê kir û li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxwaza çareseriyeke qanûnî ji bo pirsgirêka "mafê hêviyê" kir. Lêbelê, dewlet û desthilat hîn jî ji bo çareserkirina "mafê hêviyê" tu gav neavêtine.   Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Doganê der barê azadiya fizîkî û "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kir.   Kadriye Doganê bi bîr xist ku salek di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye û got: "Lê heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Nêzîkatiya dewletê ya li hember pêvajoyê li gorî hêviyên raya giştî nebûye. Pêvajoyên aştiyê bi gavên yekalî nikarin bimeşin. Divê hin gav werin avêtin. Komîsyonek heye û divê bingehek qanûnî ji vê komîsyonê re were dayîn û pêşniyazên wê yên qanûnî divê bi lez di Meclîsê de werin pejirandin. Civak ji bo aştiyê amade ye. Rabûna li dijî aştiyê ne bi kêrî dewltê tê ne jî civakê."    Kadriye Doganê bal kişand rewşa Tirkiyeyê ku di warê qebûlkirina pêvajoyê de ne zelal e û got: "Di warê bendewariya çareseriyê de civak zorê dide dewletê. Divê dewlet gavên ber bi çareseriyê ve bavêje û amade be ku mafên destûrî, civakî, zimanê dayikê û nasnameyê yên kurdan nas bike. Gava yekem a vê pêvajoyê ew e ku dewlet 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan bicîh bîne. Geşedanên li çar perçeyên Kurdistanê, Ewropa û deverên cuda yên cîhanê, piştî têkoşînek 50 salî û şiyarbûneke ewqas cidî, girîng dike ku ev di dawiyê de bibe sedema aştî û çareseriyek destûrî ya li ser bingeha wekheviyê. Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke rêbertiyê ye. Ew vê yekê li her platformê, di her kêliyê de radigihînin. Di siyaseta sivîl de, di têkoşîna çekdarî de, li dîasporayê û li seranserê her çar beşên Kurdistanê, kurd radigihînin, ku 'birêz Ocalan îradeya me ye, rêberê me ye.' Ew wî wekî aktorê sereke, mîmarê pêvajoya aştiyê dibînin. Ji ber vê yekê, çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê li Tirkiyeyê bêyî misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan ne mumkin e. Ango, mifteya çareseriyê li cem birêz Ocalan e."   Kadriye Doganê diyar kir ku jin qurbaniyên herî mezin ên şerê li Tirkiye û Kurdistanê ne û got: "Pêncî sal in, jinan li çar perçeyên Kurdistanê êş û azar kişandine. Civak niha daxwaza rawestandina xwînrijandinê, bêdengkirina çekan û doza aştî, azadî û jiyana hevbeş dike. Wekî din, avakirina rejîmeke demokratîk û komareke demokratîk li Tirkiyeyê ne mumkin xuya dike. Di demên dawî de, di bin serokatiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de, jin ji sê deverên Enqereyê daketin kolanan da ku daxwaza bicihanîna mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî bikin. Serdana jinan a Parlamentoyê bangek bû. Bi daxwaza mafê hêviyê, jinan nîşan dan ku birêz Ocalan mifteya aştiyê û mîmarê wê ye. Wan tekez kir ku mafê hêviyê bivênevê ye.   'DIVÊ BIRÊZ OCALAN KARIBE XWE BIGIHÎNE CIVAKÊ'   Kadriye Doganê diyar kir ku hevdîtina Abdullah Ocalan a bi civakê re tê astengkirin û got: "Divê ev astengiya li pêşiya birêz Ocalan were rakirin, divê ew bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê guh bide daxwazên civakê û di şert û mercên azad û bibandor de danûstandinan bike. Pêvajoya aştiyê bêyî danûstandinan nabe; divê danûstandin li ser bingehek wekhev bin. Ji bo vê yekê, divê 'mafê hêviyê' were naskirin û divê birêz Ocalan bi civakê re hevdîtinê bike."