Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn 2025-10-24 09:40:59 AMED - Wesayîteke ji Silopiyayê ber bi Amedê ve dihat, li navçeya Xana Axparê qeza kir. Di qezayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 3 welatî jî birîndar bûn.    Wesayîteke ji navçeya Silopiya ya Şirnexê ber bi Amedê ve dihat, li ser rêya gundê xanika Jêr ê navçeya Xana Axpar a Amedê qeza kir. Di qezayê de wesayîta ku 4 kes tê de bûn di kendalê de wergiya xwarê. Di qezayê de welatiyê bi navê Abdulkerîm Kahraman jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.    Li cihê qezayê ambulans û komên cendirmeyan hatin sewqkirin. Tedawiya welatiyên birîndar ên bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan didome.