Jina li hucreyê girtî 9 rojin di greva birçibûnê de ye 2018-07-08 16:54:32   MÊRSÎN - Ziynet Saglam ya li Girtîgeha tîpa T a Jinan a Tarsusê girtî û di yek hucreyê de tê girtin, 9 rojin di greva birçîbûnê de ye.    Hat diyar kirin ku Ziynet Saglam a li Girtîgeha tîpa T a Jinan a Tarsusê girtiye û di yek hucreyê de tê girtin, 9 rojin di greva birçîbûnê de ye. Saglam 2 hefte berê li ser sinorê Sûriyeyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Hat diyar kirin ku Saglam di yek hucreyê de tê girtin û ji ber ku daxwaza wê pêk nayê, di greva birçîebûnê de ye. Saglam, anî ziman ku heta daxwaza wê pêk bê dê di greva birçîbûnê bû.