Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin 2025-10-23 13:42:47 AMED - Endamên Koma Amedê ku piştî 30 salan dê li Amedê konserê bidin, li balafirgehê bi stranan hatin pêşwazîkirin.    Endamên Koma Amedê ku piştî 30 salan dê konserê li dar bixin, hatin Amedê. Konser, dê di 25’ê Cotmehê de bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Parka Newrozê bê lidarxistin. Endamên komê, li balafirgehê bi stranan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarên navçeyan, kedkarên çand-hunerê û gelek kesan endamên komê pêşwazîkirin. Endamên komê kêliyên hestiyar jiyan.    Endamên komê bi stranên Kurdî, çepik, tililî û çîçekan hatin pêşwazîkirin. Ji endamên komên Suleyman Çarnewa, spasiya kesên ber wan ve çûne kir û hêvî kir ku hemû hunermend bi coş bên pêşwazîkirin. Çarnewa, got “Azadiya esasî ev e” û hestên xwe vegot.    Endamên komê, derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn. Kom, dê saet di 17.00’ê de li Kargeha Stadyumê ya Amedstorê tev li bernameya îmzekirina formayên klubê bibe.