Samî yê winda bû cenazeyê wî hat dîtin 2018-07-08 15:37:43   BEDLÎS- Zarokê 2 salî Samî Yusuf Marangoz ê li Xelata Bedlîsê winda bû, cenazeyê wî hat dîtin.   Zarokê 2 salî Samî Yusuf Marangoz ê li gundê Yuvadami ya navçeya Xelat a Bedlîsê li ber deriyê malê winda bû, cenazeyê wî hat dîtin. Fermandariya cendirmeyan û ekîbên AFAD’ê ji duh de li Samî digeriyan. Piştî lêgerîna 24 saetan cenazeyê Samî li ber robarê kîlometreyek dûrî malê hat dîtin.    Cenazeyê Samî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.