Serokê Konseya Nûnertiya Xwendekarên ODTU hat binçavkirin 2018-07-08 15:14:06   ENQERE - Piştî 3 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin, vê carê jî Serokê Konseya Nûnetiya Xwendekarên ODTU Ozgur Mehmet Gur di sedegirtina malê de hat binçavkirin.   Binçavkirinên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) ên di merasîma mezûniyetê de pankarta “Alema Tayyîpan” li ser nivîsandî û karîkaturên heywanan li ser xêz kirin vekiribû, berdewam dikin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê pankartê de lêpirsîn da dest pê kirin û roja Înê 3 xwendekarên di merasîma mezûniyeta ODTU de pankart vekirin hatin binçavkirin. Polîsan di saetên sibê de bi ser mala Serokê Konseya Nûnertiya Xwendekarên ODTU Ozgur Mehmet Gur de girtin û binçav kirin. Polîsan Gur birin Şaxa Midûryeta Polîsan.