2 qeyûm li Mêrdînê ji kar hatin avêtin 2018-07-08 14:50:06   MÊRDÎN - Qeymeqamên ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve tayînê şaredariyên Mehsertê û Kerboranê hatin kirin di KHK’a hat weşandin de, ji kar hatin avêtin.    Li Mêrdînê, qeymeqam Erol Korkmaz ê tayînê Şaredariya Mehsertê hat kirin û qeymeqam Mehmet Yaşar Yeşîltaş ê tayînê Şaredariya Kerboranê hat kirin, di çarçoveya lêpirsîna derbarê Cemaeta Gulen di 3’yê Nîsan de, hatin binçavkirin û dûre ji kar hatin dûr xistin.     Qeyûmê Şaredariya Mehsertê Korkmaz, piştî îfadeya da, hat girtin û qeyûmê Şaredariya Kerboranê Yeşîltaş jî, bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    Her du qeyûm jî, bi KHK’a hejmara 701 a di Rojnameya Fermî ya îro  hat weşandin de ji kar hatin havêtin.