Destûr nadin parêzer Taşdemîr bibînin: Îhtima îşkenceyê zêde ye 2018-07-08 14:00:37 STENBOL - 4 rojin agahî ji Aktîvîsta Jinên Kurd Gulîzar Taşdemîr a ji aliyê Norveçê ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, nayê girtin. Parêzer Razîye Turgut, diyar kir ku destûr nayê dayîn ku bi muwekîla xwe re hevdîtin bike û got: “Îhtîma îşkenceyê pir zêde ye.”   4 rojin agahî ji Aktîvîsta Jinên Kurd Gulûzar Taşdemîr a ji aliyê Norveçê ve di 4’ê Tîrmehê de telîmî Tirkiyeyê hat kirin, nayê girtin. Parêzer û malbata Taşdemîr ên çûn Midûryeta Polîsan ji bo Taşdemîr bibîn, destûr nehat dayîn.     Ji parêzerên Taşdemîr Raziye Turgut derbarê mijarê de agahî da  û got: “Roja Înê em çûn Midûryeta Polîsan a cadeya Vatanê ya Stenbolê. Me xwest hevdîtinê bi mûwekîla xwe re bikin. Polîsan nêzî 2 saetan em rawestandin. Me destûrên xwe yên ketina hûndir girt. Nîv saet şûnde, cardin hatin û got ‘Gulîzar Taşdemîr bi salên dirêj li Norveçê jiya ye. Ji ber ku li vê derê parêzerê wê tuneye, parêzer nexwestiye.’”    ‘BI TU AWAYÎ ME AGAHÎ NEGIRT’   Turgut, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Min ji polîsan re got ‘malbata Taşdemîr ji bo ez bi keça wan re hevdîtinê bikim, ji min daxwaz kirin. Ka em Taşdemîr bibînin. Ji xwe ku nexwaze me bibîne, em ê hevdîtin nekin.’ Polîsan jî got ji bo vê yekê me girtek girtiye. Me xwest em girtekê bibînin, lê nîşanî me nekirin. Bi tu awayî me agahî negirt.”   ‘ÎHTÎMALA ÎŞKENCEYÊ PIR ZÊDEYE’   Turgut, da zanîn ku polîsan ji wan re gotiye ‘Gulîzar Taşdemîr ji dewletê parêzer xwestiye” û wiha bilêv kir: “Bêguman ev yek ne raste. Ji ber ku îmzeyek jî nîşanî me nedan. Li gorî rê û rêziknameyên heyî divê em biçin gel kesên binçavkirî. Ger kes nexwaze, ji xwe em jî hevdîtinê pêre nakin.”   Turgut, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me hevdîtin bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê re hevdîtinm kir. Ger bê xwestin emê derbarê mijarê de daxuyanî bidin. Pêvajoya li dijî hiqûqê berdewam dike. Îhtîmala îşkenceyê pir zêde ye. Bi tu awayê destûr nedan em hevdîtin bikin. Roja Dûşemê em ê serî li dozger bidin.”