Bavê Cemîle Çagirga hat girtin 2018-07-08 13:20:03   ŞIRNEX - Bavê Cemîle Çagirga Ramazan Çagirka ku li gel 30 kesan di 5'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, hat girtin.    Polîsan li navçeya Cizirê Şirnexê di 5'ê Tîrmehê de bi ser gelek malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de 30 kes hatibûn binçavkirin. Ji 30 kesên hatin binçavkirin jê 14 kesên îfadeya wan a li Midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî edliyê kirin. Dozgeriyê der barê 14 kesan de bi sedema di sala 2016'an de der barê wan de lêpirsîn heye bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Li dadgehê 10 kes serbest hatin berdan. Dadgehê Bavê Cemîle Çagirga ya di 4'ê Îlona 2015'an di qedexeya derketina kolanan de li Cizîrê hat kuştin û cenazeyê wê di sarincê de hat parastin, Ramazan Çagirga, li gel namzetê HDP’ê yê Manîsayê Veysi Durgut, siyasetmedar Selamet Mat û Osman Erkul hatin girtin. 4 kesên bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin, şandin Girtigeha tîpa T a Şirnexê.    16 kesên din jî hêj li Midûriya polîsan lêpirsîna wan berdewam dike.      Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û diyar kir ku bavê Cemîle Çagirga Ramazan Çagirga serê sibehê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Îmîr, di hesaba xwe ya twîtterê de wiha got: “Di sala 1993’yan de di encama topa hewanê ya ku li mala wî ket, ji malbata xwe 7 kes winda kir. Di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê ji neçarî cenazeyê keça xwe ya Cemîleya 13 salî bi rojan di sarincê de veşart. Piştî rakirina qedexeya derketina kolanan jî gelek caran hate binçavkirin. Ramazan Çagirga niha jî hate girtin.”