Komîsyona Jinan a DBP'ê: Bila Wezareta Mafên Zarokan bê avakirin 2018-07-08 11:54:14   AMED - Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk daxuyanî da û xwest Wezareta Mafên Zarokan bê avakirin.    Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk, têkildarî îstîsmara zayendî û revandina zarokan daxuyaniya niviskî dan û xwest Wezareta Mafên Zarokan bê avakirin. Komîsyonê diyar kir ku di serdema 16 salên îktîtara AKP'ê de polîtîkayên ku tundiya li ser zarokan û cudakariya li dijî zarok û jinan zêde dike pêş ketiye mêrantiyê bêtir mezin dikin. Komîsyonê ani ziman ku polîtîkayên AKP'ê bûye sedem ku krîz û kaosa civakî kûr bibe û pirsgirêkên civakî zêdetir bibin û wiha got: "AKP û MHP’ê ji bo çareseriya pirsgirêkan “îdam” û “hadima kîmyewî" xistiye rojevê. Lê ev rêbaz ne çareserî ye. Di serdema îktîdara AKP'ê de tacîz, tecawiz û tundiya li ser jin û zarokan zêdetir bûye.    BILA WEZARETA KARÊN ZAROKAN BÊ AVAKIRIN   Komîsyonê xwest guhertinên zagonî bên kirin û mafê zarokan bên parastin, Mafe jiyanê, yê zagonî û hiqûqî bên parastin. Ji bo vê yekê jî divê saziyên jin û zarokan bên avakirin. Divê wezareta karên zarokan bê avakirin.