Ji bo danişîna biryara doza Soma bang: Her kes li wir bin 2018-07-08 11:32:54   MANÎSA – Li bendê ye ku sibê di doza danişîna cînayeta 301 karkerên madenê yen Soma de biryar bê dayîn. Xizmên karkerên madenê bang li hemû cemaweriyê kirin û xwestin her kes beşdarî danişîna dozê bibin û gotin: "Xwedîderketina Soma, xwedîderketina karkeran û edaletê ye. Hemû kesên dilê wan dişewite û edaletê dixwazin divê li dadgehê bin."    Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014’an de hezan pêk hatibû û di hezanê de 301 karkerên madenê yên komirê jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan karker jî birîndar bûbûn. Li bendê ye sibê danişîna dozê bê dîtin û biryar bê dayin. Dozger der barê xwediyê kana madenê Alp Gurkan, Can Gurkan û Midûrê Giştîyê Kanê Ramazan Dogru û endamê lijneya rêveberiyê Akın Çelik, Hayri Kebapçilar, Mustafa Yigit, Îsmail Adali de bi sucdariya “Bi zanebûn û qasî bûye sedema kuştinê" ji bo her kesekî 22 sal û 6 meh ceza xwest. Dozger xwestibû patron Alp Gurkan û Rêveber Mustafa Yigit bên girtin. Der barê 33 bersûcan de xwestibu beraetê bide. Der barê 11 bersûcan de jî bi îdiaya "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" ji bo her kesekî 15 sal ceza xwest. Danişîna biryarê dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin.    JI MALBATAN BANG    Tahîr Kiliç ê kurê xwe Huseyin Kiliç û 3 xizmên xwe winda kirin, diyar kir ku ji ber zextên siyasî 4 salin doz didome û xwest dadgeh biryarek adîl bide û kesên sucdar ceza bike. Kiliç, xwest edalet cihê xwe bibîne û wiha got: "4 salin bê edaletî heye. 301 ciwanên me can dan. Di heman rojê de binax kirin. Ev ne bûyerek ji rêzê û asayî ye. 4 salin her dem hat taloqkirin û em hatin mijûlkirin. Her ku dadgehê doz taloq kir birîna me derb bû û êşa wê zêde bû. Me hêzirên çaê xwe berda hudirê xwe. Di 9'ê tîrmehê de doz dê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin. Em bang li hemû kesên xwedî wîcdan û cemaweriyê dikin ku beşdarî danişînê bibin. Encam çi bibe bila bibe lêgerîna me ya edaletê dê bidome.    'EM LI BENDA DESTEKA CEMAWERIYÊ NE'   Kamber Guven, jî di facîaya Soma de kurê xwe Ahmet Guven ê bavê 4 zarokan winda kir. Guven, anî ziman ku zarokên wan bi keda xwe û xwîdana xwe pere qezenç dikirin û wiha got: "Kurê min her ku diçû kar digot 'Bavo kan dişewite. Ez dê biçim karekî din bikim. Hin deynê wî hebûn. Piştî deynê xwe bida dê biçûya karekî din bikiraya. Lê 15 roj şûnde facia pek hat. Di asta dewletê de kesî hesap ji vê yekê nepirsî. Piştî AKP disa hat îktîdarê edî heviya me ji edaletê nema. Her ku danişîna dozê taloq dibe em bêtir diêjin û bê hêvî dibin. 10 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin. Em bang li cemaweriyê dikin ku destekê bidin. Hemû kes tev li danişînê bibin û li Soma xwedî derkevin. Em dixwazin biryarek li gorî edaletê bidin. Ji bo carek din Soma dubare nebe em edaletê dixwazin."    'HEMÛ KESÊN DILÊ WAN DIÊŞE DIVÊ LI WIR BIN'    Alî Unsal ê di kana komirê de kurê xwe Erol Unsal winda kir jî bang li hemû cemaweriyê kir û xwest hemû kesên dilê wan diêşe tev li danişînê bibin û edaletê bixwazin.   MA / Ayşe Surme