Endama ciwanên MSD û xwişka wê di êrîşek bombeyî de hatin kuştin 2018-07-08 10:12:04   HESEKÊ - Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk (MSD) û  xwişka wê di êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dan.    Kes an jî kesên nasnameyên wan ne diyar, serê sibê saet 06.00’an de, bombeyek destan avêtin mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dîlan Şêx Mehmud a li Taxa Ezîziyê ya Hesekê. Di êrîşa bombeyî de endama MSD’ê Dîlan Şêx Mehmud û xwişka wê Dîlyar Şêx Mehmud jiyana xwe ji dest dan.    Piştî bûyerê, hêzên Asayîşê yekser çûn cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin.