Seyran Demir: Bijîşk rûmeta me dişkînin 2018-07-08 09:20:36   ENQERE - Wezareta Dadê der barê girtiya nexweş Seyran Demîr ku nayê dermankirin de got "Girtî naxwaze biçe bijîşk" Seyran Demîr jî li dijî vê yekê diyar kir ku bi dehan caran ji bo emeliyatê daxwazname daye û bijîşk rûmeta mirovan dişkînin.   Girtiya nexweş a li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê Seyran Demîr li gel nexweşiyên wê yên giran hene jî nayê dermankirin. Seyran Demîr ku her dem ji ser xwe diçe û nikare xwarin bixwe, ligel ku bi dehan caran daxwazname da ku emeliyat bibe jî daxwaza wê pêk nehat. Demîr, anî ziman ku dema çûye bijîşk, bijîşk jêre gotiye "Jina teror, dest û piyê wê heye dimeşe" û rûmeta wê şikandiye. Parêzera Seyran Demir, Prz. Alişan Şahin, diyar kir ku muwekîla wê ji ber nexweşiyê nikare xwarin bixwe û lê disa nayê dermankirin û wiha got: "Muwekîla min ji bo biçe nexweşxaneyê di 15'ê Nîsanê de serî li Wezareta Dadê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan da. Di 6'ê Gulanê de bersîv dan daxwaza Demîr. Demîr, bersîva ku Wezareta Dadê daye wê û geşedanên li girtîgehê dijî ji Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê re şand.    WEZARETÊ SÛC XIST SITUYÊ DEMÎR    Wezaretê di bersîva Demir got: "Kesa navborî, ji 20'ê Gulana 2017'an heta niha wekî ku di serlêdanê de gotiye nîne. Ji ser xwe naçe, tu şîkayetên wê yên kîstê tune. Destê wê reş û şîn nabe. Di 20'ê Nîsana 2018'an de hatiye weznandin û kîloyên wê 39,1 kg ye."    Wezaretê parast ku daxwazên Demîr ên tedawiyê yek bi yek pêk hatiye û saziyê hesasiyeta pêwist nêşan daye û hemû tetkik û tedawî bi baldarî hatiye girin û di dermankirinê de tu îhmalkarî nehatiye kirin.      Seyran Demîr a girtî jî di nameya xwe de wiha got: "2.5 salin dermankirina diran dibînim. Niha diranên min ên taqim in. Ji ber ku ez bi rêk û pêk nehatim dermankirin kîst çê bû. Ji bo emeliyata kîstê li Tarsûsê doktorê pispor tune bû ez sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsîne kirim. Ez hêj derziyan li xwe didim. Ji bo dermankirin û emeliyatê bin bi dehan caran daxwazname nivîsand. Ez raste rast bi midûr re axivîm. Divê rast lêkolîn bê kirin.  Zêdeyî salek e nikarin xwarin bixwim û li şûn xwarinê mama dixwim. Ez heta 39 kiloyayan derdikevim. Kîloyên min bêtir di nava 37-38'an de ye. Ji ber ku ez ji ser xwe çûme çend çaran bang li 112'an kiriye di qeydan de tune ye.    MIN TEV LI KELEPÇEYAN DERMAN DIKIN   Raste dem dem naxwazim biçim nexweşxaneyê. Lê sedema wê girîng e. Dema ez têm dermankirin kelepçeya min venakin. Hin bijîşk li dijî mirovahiyê tev digerin. Raste min gelek caran daxwazname nivîsand û neçûm. Lê ji ber ku rûmeta mirovan dişkînin neçûm. Bijîşkan henekê xwe bi min kirin. Rûmeta me dişkînin. Hin bijîşkan gotin 'Jina teror, dest û piyê wê heye. Dimeşe'. Hin bijîşkan jî got 'tu ji kuye çimaı hat girtin ez dê li gorî wê derman bikim'. Divê sedema neçûna min jî nivîsandibûna."     Demir, da zanîn ku di heman demê de nexweşa astimê ye jî û şertên girtîgehê êdî pir zorê li wê dike.