Ji bo girtiyên nexweş Keskîn û Încîl daxwaza tehliyeyê hat kirin 2025-10-18 16:47:00   STENBOL/ENQERE – Çalakiya ku ji bo girtiyên nexweş hat lidarxistin daxwaza tehliyeya Ufuk Keskîn û Ozgur Azad Încî hat kirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş “Civîna F” a 708’emîn li dar xist. D çalakiya ku li pêşiya avahiya komelê hat lidarxistin de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ufuk Keskîn ê 27 sal in girtî ye û li Girtîgeha Hejmar 2 Tîpa F’ê ya Kandirayê tê ragirtin. Di çalakiyê wêneyên girtiyên nexweş hat hilgirtin û dirûşmên “Bila Ufuk Keskîn serbest bê berdan”, “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” hatin berzkirin.    NEXWEŞIYÊN UFUK KESKÎN   Metnê daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHD’ê Ferît Barût ve hat xwendin. Ferît Barût diyar kir ku Ufuk Keskîn, nexweşiya diyabet tîp 1, çolyak, Behçet, Dermatîs Hîpotifermis, alerjiya laktor, fitiqa pişt û stû, Raynaud fenomeni, gastrit e û bi awayeke rêk û pêk nayê tedawîkirin.   Barut, agahiyên ku bavê Keskîn bi Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê re parvekirinê, rave kir û diyar kir ku malbata wî li ser jiyana wî biguman in û rexmê serlêdanan tedawiya wî nayê kirin.   ENQERE   Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 580’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî yê ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin.    Endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Asli Viyan Saraç, axivî û diyar kir ku Încî 26 sal in li girtîgehê tê ragirtin û ev tişt got: “Ev rêwîtiya dirêj ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest pê kiriye û sirgûnê Sêrt, Enqere, Antalya, Osmaniye bûye herî dawî jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Încî yê ku di 2007’an de şîzofrenî ye û dermanên psikiyatrî bikar tîne. Rewşa wî ya dêrûniyê di tecrîdê de girantir bûye. Divê Încî tedawiyeke bi rêk û pêk bibîne û di hucreyê de bi tena serê xwe neyê ragirtin.”