Înşeat rûxiya: 3 karker mirin 2018-07-07 19:32:31   ENQERE - Li navçeya Etîmesgût a Enqereym, înşeatek rûxiya û ji 4 karkerên di bin hêlanê de man 3 jê mirin yek jê jî birîndarbû.    Li navçeya Etîmesgût a Enqereyê înşeatek rûxiya. Li gor agahiyên bi dest ketin li qatê têketinê yê înşeatê betona ku li ser polayê hatibû daliqandin dihat rijandin rûxiya. Di dema hêlanê de 4 karker di bin enqazê de man. Ji bin hêlanê cenazeyên 3 karkeran hat derxistin û karkerek jî bi bîrndarî hat derxistin.    Hat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.