Remziye Tosûn bi çarika xwe ya spî çû Meclîsê û sond xwar 2018-07-07 19:03:41   ENQERE– Remziye Tosûn a ku di dema qedexeya derketina kolanan a Sûrê de li navçeyê asê mabû dema ji navçeyê derket û di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji HDP'ê bû wekîla Amedê, bi çarika xwe ya spî çû Meclîsê û sond xwar.    Li Meclîsa Tirkiyeyê merasîma sondxwarinê ya parlementeran didome. Sondxwarin li gor rêza bajaran tê kirin. Remziye Tosûna ku di dema qedexeya derketina kolanan û dorpêçkirina navçeya Sûrê ya Amedê li navçeyê asê ma û piştî ji navçeyê derket û tevî pitika xwe 2 mehan girtî ma û paşê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji HDP'ê bû wekîla Amedê bi çarika xwe ya spî çû Meclîsê û sondxwar.