Şewata li Licê ji ber xwe ve vemirî 2018-07-07 16:07:29   AMED – Li Licê şewata li derdora qereqola leşkerî ku derketibû ji ber xwe ve vemirî.    Du roj berê li derdora Fermandariya Tugaya Piyade ya 2’yemîn şewat derketibû. Şewat li gelek deverên herêmê belav bûbû û welatiyan şewata li hin deveran vemirandibû. Şewata du roj li derdora qereqolê dewam kir û kesî mudaxele nekiribû. Agir duh bi şev ji ber xwe ve hat vemirandin.