Dayika Elmas a 84 salî 37 salin li benda Hayrettîn e 2017-10-18 10:34:04 STENBOL - Dayikên Şemiyê Elmas Eren û Îkbal Eren 37 salin li benda aqûbeta Hayrettîn Eren ê dibin çavan de hat winda kirin bê dîtin e. Dayik Elmas Eren ji bo goreke kurê wê hebe têkoşînek bê heman da.   Dayîkên Şemiyê 22 salin li Qada Galatasaraya Kolana Îstîklalê ya Stanbolê kom dibin û ligel xizmên xwe yên winda li “Mirovahî” û “Wijdanê” jî digerin. Serpêhatiya Dayîkên Şemiyê bi çîrokên xizmên xwe yên windare, dest pê dike. Yek ji Dayikên Şemiyê, dayîka Hayrettîn Eren ê 37 salin winda ye Elmas Eren û xişka wî Îkbal Eren tu ferqa çîroka wan ji yên din ne cûdaye.     Dayîk Eren û Îkbal Eren bi salane têkoşîna ji bo bigihijîn hestiyê Hayrettîn Eren didin û deriyek nema ku lênexistin. Malbata Eren, hîna jî wêneyên Eren ên di dibistina Navîn û lîseyê de xêz kirin û amûrên wî vedişêrin. Dayîk Elmas Eren û xwişk Îkbal Eren çîroka Hayrettîn Eren vegotin.      JI WÊ ROJÊ Û ŞÛN DE TU AGAHÎ JÊ NEGIRTIN   Dayî Elmas Eren, diyar kir ku tenê kêliyekê jî kurê wê ji hişê wê derneketiye û wiha axivî: “Kurê min di 1954 hat dinê. Bavê wî wesayîta wî dixwest jêre kirî. Kurê min di 21’ê Mijdara 1980’an de bi wesayîta xwe ji bo biçe gel hevalê xwe Ahmet Ozturek ji malê derket. Lê berî bigihije gel Ozturk tê binçavakirin. Piştî wê rojê û şûn de me tu agahî ji Eren negirt.”    ‘JI WÊ ROJÊ VE EM LÊ DIGERIN’   Eren, anî ziman ku wan serî li hemû deran da û wiha got: “Ji wê rojê û vire ve em li Eren digerin. Cihek nema em lê negeriyan. Di dema em li Hayrettîn digeriyan kurê min Faruk Erendi sala 1982’yan de hat binçavkirin. Ji ber ku min gelavok çirandin û avêt zibalê ez jî kirim binçavan. Ez birim qereqolê. Li wê derê min Mehmeh Agar dît. Agar berpirsê winda kirina kurê mine. Agar mîna kenê xwe l imin bike pirsa Hayrettin ji min kir. Agar cihê kurê min dizane. Bila cihê wî bêje. Piştî îfadeya min girtin ez serbest berdam. Kurê min Faruk girtin. Bi girtina Faruk re me bêtir zorî ditin. Lê me dest ji lêgerîna Hayrettîn berneda.”    GEF LI MALBATÊ XARIN     Eren dest nîşan kir ku serdozgeiya komarê ya  Stenbolê ji wan re gotiye hûn çima li vî zarokî digerin û wiha domand: “Dozger ji hevjînê mi re got ‘Hûn çima li vî zarokî derdikevin. Ger tu li vî zarokî bigerî, tuyê 3 zarokên xwe yên din winda bikî.’Hevjînê min jî got ji bo ez kurê xwe bibinim, ezê canê xwe jî feda bikim.”   ‘DIXWAZIN GOREKÊ WÎ HEBE   Dayîk Eren, destnîşan kir ku ew dixwazin gorekê kurê wê hebe ku gul dane ser û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber nexweşiyê êdî ez nikarim herim çalakiya Dayikên Şemiyê. Dem bi dem ez diçim. Êdî kurê min Faruk û keça min Îkbal her heftê diçin li aqûbeta birayên xwe digerin. Em tenê dixwazin goreke wî hebe ku em gul danîn ser. Xwezî ez bigiham kurê xwe. Her ku tê bîra min ez kelegirî dibim. Ez dixwazin kurê min bê û wî bibînin. Kê cihê wî dizane bila bêje. Êdî ez nizanim ka çi bikim. 37 salin vê êşê dikişînim. Ev yek wisan ne rehete. Xwedê vê êşê neyîne serê tu kesî. “   BI HEVRE MEZIN BÛN    Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî, diyar kir ku ew bi hev re mezin bûn û wiha axivî: “Barê li ser mile min her ku diçe girantir dibe. Bira, nevî, xwiş, zarok, bav û dayîk her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin. Heya ku winda neyên dîtin dê ev çalakî bidome. Ên ku ji me girtin, divê çardin li me vegerîn in. Cihê hemû windayan diyare. Teqez kesên cihên van dizanin hene.  Em wan dizan in. Em tenê dixwazin werin pêş çavên me û rastiyê vebêjin. Em dixwin bizanibin cihên windayên me li kune û bersûc bên darizandin. Ji bo goreke me hebe em gul danîn ser û edalet cihê xwe bibîne.”    MA / Sadiye Eser