Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin 2025-10-12 15:33:34   ÊLIH - Welatiyên tev li mitînga “Civaka Demokratîk û azadiyê” ya Êlihê bûn, ji ber neavêtina gavên şênber dewlet û îktîdar rexne kirin û gotin: “Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawer in.”    Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” lidar dixe. Bi hezaran welatî tev li mitînga li Xaçerêya Dortyolê bûn. Welatiyên tev li mitîngê bûn, pirsên me yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bersivandin. Welatiyan got ku divê şert û mercên azad ên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên avakirin û bêyî Abdullah Ocalan pêvajo bi ser nakve. Welatiyan, got ku divê komîsyona li Meclisê demek beriya demekî li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Bi domdarî welatiyan destnîşan kir ku ji bo avabûna aştî û xwişk-biratiyê divê pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, pêvajoya muzakereyên demokratîk dest pê bike û di qanûnan de guhertin bên kirin.    Welatiyan, diyar kirin ku berdana girtiyên siyasî dikare bibe gava ewil a şênber û gavneavêtina dewletê rê li ber bêbaweriyê vedike. Welatiyan got ku ji ber polîtîkayên berê baweriya wan bi dewlet û îktîdarê nayê lêbelê ew ji Abdullah Ocalan bawer in.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî bang li dayikên leşkeran kir ku piştgiriyê bidin aştiyê.